Polîsên li başûrê rojavaya Fransayê dibêjin, 1 zilam û 3 zarok hatine kuştin, piştî ku mirovek li bajarê Toulouse teqe li xwendigeheke taybet ya Cîhuyan kir.
Karbidest dibêjin, êrîş li Xwendingeha Ozar Hatorah qewimî û di êrîşê de herî kêm 1 kes jî bi giranî birîndar bû.
Di nav qûrbanîyan de mamosteyekî xwendingehê û kurên wî yên sê û şeş salî jî hene. Rêvebirên xwendingehê dibêjin, zarokekî din yê navbêra heyşt û deh salî jî hate kuştin.
Serokê Fransî Nicolas Sarkozy bi Wezîrê Perwerdeyê Luc Chatel û Serokê CRIF a rêxistina Cîhuyan bi lêz û bezî çû bajarê Toulouse.
Birêz Sarkozy êrîş wekî "trajedîyeke netewî" nav kir û soza desteserkirina çekdarê êrîşvan da.