Sersala Kurdan, Newroz ji alîyê hemî Kurdan ve li seranser cîhanê tê pîroz kirin. Îro, 20’ê Adarê li Batman û li gelek bajarên Kurdan Newroz hate pîroz kirin, tevî ku karbidestên dewleta Tirk ragihandibû ku ewê rê nedin pîrozbahîyên berî 21’ê Adare.
Di pîrozbahîyên li Batmanê de sîyasetvanê Kurd yê navdar Ahmet Turk rastî êrîşa polîsan hat û birîndar bû.
Serokê berê yê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) rêxistina Batmanê, Şêxmus Aslan dibêje, birêz Turk niha li nexweşxanê ye, lê rewşa wî baş e.
Şêxmus Aslan her wiha dibêje, Newroz cejna gel e û gel li gorî dilê xwe sersala xwe pîroz dike, ne li gorî daxwaza dewletê.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.