Di salvegera yekê ya serhildana Sûrî de, herî kêm 23 kes li seranser Sûrîyê hatine kuştin. Li vê rojê ku tepeserkirina hêzên hikûmetê didome, televîzyona dewletê dîmenên xwepêşandanên jibo piştgirîya Beşar Esed nîşan dan.
Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, termên 23 kesan li herêma Idlib’ê hatine dîtin û nîşaneyên êşkenceyê di hinêk terman de hebûn.
Bizavkarên Sûrî jî dibêin, hêzên ewlekarîyê li çend herêman operasyon pêk anîn.
Raporteke medyaya dewletê dibêje, hêzên hikûmetê bi “paşmayîyên grubên terorîst” re li dervayê Idlib’ê ketine pevçûnan û jimareke "terorîstan” kuştin.
Bi asebûna bizavên navnetewî ya rawestandina tepeserkirinê, hikûmeta Sûrî piranîya bajarê Idlibê xiste bin kontrola xwe û dest bi perasyona herî mezin ya li ser bajarê Deraa ku serhilda dibêjin “cihê dayikbûna şoreşa me ye”.
Kerem kin bi fotogalerîya jêrîn li çend wêneyên nû yên ji Sûrîyê binêrin.