Li Enqerê Darizandina 9’an ya Doza Kobanê, ku hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û endamê Lijneya Rêveberîya Navendî yên HDP’ê tê de ne li Dadgeha Cezaya Giran ya 22’yê hate dîtin.
Jiber bûyerên Kobanê li ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi navê “Doza Kobanê” dozek hatibû vekirin û di darizandina yekê de 108 kes 26ê Nîsanê 2021an de darizandina wan destpê kiribû.
Berî destpêkirina darizandina nehan Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li pêşîya Kampusa Sazîyên Înfaz û Cezayê ya Sîncanê daxuyanîyek da. Sancar li vê dere got ku ev doz di serî de heta dawî ne hiqûqîye tevahî sîyasî ye.
Sancar ragihand ku Doza Kobanê di dîroka dinyayê de wek mînakekî bê edeletîyê ye. Di vî warî de Sancar qiseyên xwe wiha domand:
“Di meha Nîsanê 2021’an de heta niha ev doza tê dîtin. Ev danaşînan hemû di dîroka dinyayê de mînakeke bê hiqûqîyê û bê edeletîyê ye. Li gor pîvanên gerdûnî qet nayê çêkirin. Li gor hiqûqa Tirkîyê di asta rêbazên herî kêm de jî ev doz nayê dîtin. Em bi awayekî rasteqînî di nav dek û dalaban de ne. Helwesta mehkemê jî dîyar dike ku deste desthilatîyê di vê dozê de heye.”
HDP vê dozê ji bo xwe wek dozeke ji holê rakirinê pênase dike. Mîthat Sancar amaje dike ku bi vê dozê bes HDP nayê armanckirin, tê xwastin ku bi vê dozê çavên hemû civakê bidin tirsandin. Sancar vîya wek êrîşeke ser Kurdan binav dike û wiha dibêje:
“Heke dad ji bo her kesî hebe wateya wî heye. Lê mixabîn ev doz dîyar dike ku desthilatî bes jibo xwe dadê dixwaze. Ev tiştê ku ana li vê derê çêdibin berî her tiştî êrîşeke ser berxwedana Kobanê ye. Êrîşeke li ser Kurdan, Kurdî, çand û gelê Kurd e.”
Di meha Cotmehê 2014’an de li ser êrîşên DAEŞ’ê li Tirkîyê protesto hatibû çêkirin. Ev çalakîyana bûn armanca doza Kobanê û salek bere di derheqê 108 kesî de doz destpêkir û ji vana jî 22 kes girtîbûn.