Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîkayê de, Dr. Welîd Şêxo, endamê Komîteya Karên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê, li ser konferansa li Tûnisê diaxife.
Birêz Şêxo, ku ev bixwe jî pişikdarî li konferansê kirîbû dibêje, konfersans jibo gelê Kurd gaveke girîng bû û wan hevdîtinên bi Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton û karbidestên din yên Yekîtîya Ewrupeyê kirin.
Welîd Şêxo her wiha dibêje, pir girîng e ku Kurd bi yekdengî û yek helwestî sîyaseta xwe pêşve bibin û rola xwe di serhildana berdewam de bilîzin.
Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka “Guhdarîkirin”a jorîn klîk bikin.