Çend care dadgehên herêma Kurdistana Îraqê rojnamevana ligora qanûneka kevna Îraqê dadgehdikin. Nûtirîn ciza liser helbesvan û nivîkar û mamostayê zankoyê Ferhad Pîrbal hatîye danan ji alîyê dadgehaka Hewlêrê ve. Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka Peyvdarê Civata Dadwerîya Herêma Kurdistanê Ebdulbasit Farhadî dibêjit ew cizayê bi tawana debazkirina sinûrê dab û nerîtê Kurdewarîyê, ne vebirîye û Pîrbal dikare daxwaza pêdaçonê bike.
Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Farhadî, fayîlê dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.