Endamên Kurdên parlamanê Îraqê ji civîna taybet bo dan û standinê liser projeyê bûceya sala 2011 ê derkeftin. Farhad Amîn endamê lîsta hevpeymaniya Kurdistanê gote Dengê Amerîka, êk ji egerên derketina wan ji civînê ew bû di projê qanûnê de hatîye ‘eger herêma Kurdistanê kêmtir ji radeya diyar kirî ya nefta xwe firot, dahatê kêm dê ji 17% ji pişka herêmê bêt birîn. Wî got jî çi nûnerên Kurd beşdarî dariştina projeyê bûceya sala 2011 ê ne bûne.
Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel Farhad Amîn, fayîlê dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.