Li Tirkîyê heta niha li ser nîv mîlyonî zêdetir mirovî de, testa korona hatiye çêkirin û di nêzîkî 80 hezar ji wan kesan de vîrusa korona hatiye dîtin.
Kesên ku jiber Covîd-19 jîyanên xwe ji dest didin, her roj zêdetir dibin û hejmara wan giheştiye du hezaran.
Wezareta Tendirustî ya Tirkîyê her roj encama rewşa Covîd-19 radigihîne û dibêje ku encamên rojane yên testên ku ew çêdikin 40 hezarî derbaz bû.
Krîza korona ser welatîyên Tirkîyê, taybetî jî di warê aborî, derûnî û civakî de bandoreke çawa vedide, me li hîn hemwelatîyan pirsî.
Emrullah Suslu dibêje ku jîyana wan jî her alî de çi di warê aborî, civakî, derûnî û çi jî rojane kete bin bandora Covîd-19.
“Kargeha me ya masîyan heye. Niha hemû kar rawestîye. Ev jîyana nû derûnî û aborîya me difetisîne.”.
Lêkolînvan Îskender Kahraman jî dîyar dike ku jiber korona jîyana herkes teng bûye
“Dibe ku ev Covîd-19 di warê tendirustîyê de gefê ser me de bîne, lê ev vîrus hem jîyana mirovan tehdît dike û hie jî derûnîya mirovan têk dibe. Korona jîyaneke nû li ser me ferz dike lê birastî ev jî pir zehmet e.”