Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Ser Êrîşa Rûsya ya Dijî Ukrayna Dibêje ''Sererastkirina Dîrokê'' Ye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Sûrîyê Beşar Esad û hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin roja Înê bi rêka telefonê axifîne.

Reutersê ew agahî ji zarê serokomarîya Sûrîyê ragihand.

Rûsya di sala 2015’an bi êrîşên esmanî yên ser rikeberîya Sûrîyê, serketina şer qulibandibû hêla Esad û ji wê çaxê vir ve ew yek ji hevbendên nêz yê Moskowê ye.

Esad di axaftina xwe de ser êrîşa Rûsya ya dijî Ukrayna got ‘’sererastkirina dîrokê ye’’

Li gor daxuyanîya serokomarîyê, Esad ji Putin re dîyar kiriye ku ew ligel Rûsya ne.

Sûrîyê roja Sêşemê serxwebûna du herêmên li rojhilata Ukrayna nas kir.

Ajansên navneteweyî ji roja Înê vir ve dibêjin ku hêzên Rûsya li dora Kîevê ne.

XS
SM
MD
LG