Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eskerê Boyîk: Şêx Fexrê Adîya Cihek Mezin di Ola Êzdîya de Heye


Eskerê Boyîk: Şêx Fexrê Adîya Cihek Mezin di Ola Êzdîya de Heye
Eskerê Boyîk: Şêx Fexrê Adîya Cihek Mezin di Ola Êzdîya de Heye

Şêx Fexrê Adîya, kû çendîn têkst û qewlên ola Êzdîyan bi navê wî ne hêjayî hindê ye vekolên liser berhemên wî bê kirin. Nivîskar û helbestvanê Kurdê Êzdî Eskerê Boyîk dibêjit, Şêx Fexrê Adîya cihek mezin di Ola Êzdîya de heye û li ser demê wî edebîyata Kurdî gelek pêşketî bû.

Birêz Boyîk pitir zanyarî liser vî navdarê ji bo bernama Ferheng û Torê Kurdî eşkere kirn.

Eskerê Boyîk, nivîskar û helbestvanê Kurdê Êzdî li sala 1941'ê li gundê Qundexsaz ê li Ermenistanê hatîye jîyanê. Li sala 1966'ê xwendina aborî li Yerîvanê di dûmahî îna. Li salên 1960'an dest bi nivîsînê kirîye bi zimanên Ermenî û Rûsî û herwesa vehandina helbestan bi zimanê Kurdî.

Jibo gûhdarî kirina Ferheng û Torê Kurdî û hevpeyvîna digel Eskerê Boyîk, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

Berhemên Eskerê Boyîk yên çapkirî ev in:

1. Şiverê, helbest, Yerevan, 1966.

2. Kulîlkên Çiya, helbest, Yerevan, 1975.

3. Sinco keça xwe dide mêr, şano, Yerevan, 1980.

4. Tîrênc, helbest, Yerevan, 1987.

5. Mem û Zîn, şano, Stockholm, 1989.

6. Li Çiya, kurte çîrok, Yerevan, 1991.

7. Duaya Serê Sibê, helbest, Sweden, 1997.

8. Oda Çîrokan 1, helbest ji bo zarokan, 1997.

9. Kulîlkên Birîndar, helbest, Stockholm, 1998.

10. Govenda Herfan, helbest ji bo zarokan, Stockholm, 2002.

Eve link jibo çend helbestên Eskerê Boyîk;

http://www.dirban-kizilkale.com/esgere.htm

XS
SM
MD
LG