Piştî ji seredaneka Herêma Kurdistana Îraqê vegeryay digel jimareka nivîskar û ronakbîran, Serokê Komela Nivîskarên Kurd li Amedê Şêxmus Sefer mêvanê Bernama Ferheng û Torê Kurdî bû. Wî got, me ji nivîskar û karbidestên Herêmê re pêşnîyaza pêkînana navendeka mîdyaya Kurdî kir. Birêz Sefer got, em bi dil u can hatin pêşwazî kirin u ez hîvîdikim ev bi piraktîk be u em baş jihev têbigihin.
Jibo guhdarî kirina Bernama Ferheng û Torê Kurdî u hevpeyvîna digel birêz Şexmus Sefer, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.