Konseya Navendî ya Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) û Odeyên Doktoran bi hevre “Bila Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci Were Berdan û Zextên Ser Yekîtîya Doktorên Tirkîyê Werin Dawîkirin” daxuyanîyeke hevpar dan.
Seroka Konseya Navendî ya TTB’yê Şebnem Korur Fîncanci li ber hinceta “propagandaya rêxistina terorê” di 26’ê Cotmeha 2022’yan de li Stenbolê hatibû binçav kirin. Hêzên ewlekarîyê ew di 27 Cotmehê de anîbû Enqerê û Fîncanci piştî darizandinê di heman rojî de hatibû girtin.
Di daxuyanîya hevpar ya Odeyên Tabîbê û Konseye Navendî de bêhiqûqî û fişarên li ser TTB û Prof. Fîncanci tê rawestandin. Êrîşên deshilatîyê di vê derê de bi tundî wiha tê rexnekirin:
“Bi rojan e em şahidên pêvajoyeke şermê ya demokrasî û hiqûqa Tirkîyê ne. Seroka Konseya Navendî ya TTB’yê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, ji alîyê desthilatîyê ve bi awayekî derew, berevajkirin, propagandaya reş û dezenformasyonan kirine armanc û bi awayekî bê hiqûqî hatiye girtin. Em vê yekê şermezar dikin û dibêjin Fîncanci demûdest berdin.”
Di 18 Cotmeha 2022’yan de li hin nûçeyan de hatibû ragihandin ku artêşa Tirk li axa Herêma Kurdistana Îraqê çekên kîmyayî li dijî çekdarên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) bi kar anîne.
Li ser van nûçan jî Seroka Konseya Merkezî ya TTB’yê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci di 20 Cotmehê de daxuyanîyek dabû û gotibû ku divê şandeyeke serbixwe îdiayên heyî lêkolîn bike.
Li ser vê gotinê, Fîncanci bi sedama “propagandaya rêxistina terore kirin” hate girtin.
Wezareta Bergirîya Netewî ya Tirkîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku wan çekên kîmyayî bi kar neanîne û di nava cebilxaneya wan de çekên wî rengî tunene.