Li bajarên herêma Kurdan du meh in ku her carê li derek derketina kolanan tê qedexe kirin. Herî dawî Nisêbîna Mêrdînê, li Farqîna û Bismila Amedê qedexe hebû.
Qedexa Farqîn û Nisibînê, piştî çar rojan hate rakirin, lê li Bismilê hê jî li çar taxan qedexe dewam dike.
Di qedexê dawîn de li Nisêbînê 2, li Farqînê 4 kes ji alîye hêzên ewlekarîyê hatin kuştin.
Ji meha 8 Tebaxê vir ve li gelek bajarên Kurdan xweserî hat îlan kirin. Gelek ciwan û xwenîşander li kolan û taxan xendekan kolan da ku parastina xwe li hember hêzên ewlakarîyê bikin û neyên desteser kirin.
Di nav 45 rojan de li Farqînê du qedexê mezin çêbûn, pevçûn rûdan û kuştin çêbûn. Piştî rakirina qedexê em çûn Farqînê û li wir bi rûniştavên bajêr re axivîn bê ka di nav van çar rojan de çi jîyane.
Hemî rûniştvan dibêjin hêzên ewlekarîyê şîdetek mezin pêk anîn. Dibêjin tiştê ku hat serê wan bila neyê serê tu kesî. Gel bi rojan di nav dengê tank û top û çekan bê av û bê xwarin mane.
Xisarek mezin li taxên Mescîd, Tekel û Konakê çêbûye. Malên ku gule lê neketibe nemaye û zîyaneke gelek mezin li bajêr çêbuye.
Bi dehan mal li Farqînê wêran bûne û bandoreke mezin ya li ser psîkolojîya hemî rûniştvanan çêbûye.
Gelê Farqînê bertek nîşanî medya Tirkî didin ku tu rojname û televîzyon qet behsa felaketa ku hatîye serê wan nekirine. Herwiha hêrseke mezin li ji hikûmetê û ji serokomar re heye.
Qaymaqamê Farqînê dibêje ewê xisara Farqinîya temin bikin. Lê Farqînî dibêjin zarokên nav pêçekê jî wê van rojan jibîr nekin ku bi deste hêzên dewletê çi zilmek mezin li ser wan hatiye meşandin.
Hun dikarin dirêjahîya raportê de dengê rûniştvanên navçê guhdar bikin.