Fîlîpîn îro Yekşemê Seroka berê Corazon Aquino bibîr anî, ku li sala 1986an dawî li dîktatorîya Ferdinand Marcos ya 20 salî anîbû.
Serok Benigno Aquino pêşengîya merasîma taybet ya bi tevlîbûna malbat û hevalên wê kir û behsa qehremanîya dîya xwe kir, ku salek berê jiber nexweşîya penceşerê mirîbû.
Birêz Aquino gazî li Fîlîpînîyan kir ku berdewam piştgirîya tekoşîna dîya wî bikin, bi alîkarîya wî ya dijî xizanî û her wiha dizî û perê xwarinê.
Serokê Fîlîpîn Benigno Aquino ku li 30ê meha Hezîranê bi fermî destbi kar kir, soza baştir kirina kêmahîya budceyê, ji holê rakirina xizanî û dizî û şelandinê.
Banigno, her wiha soz da ku dawî li du serhildanên dûr û dirêj yên komunîstan û serhildayên misilmanan jî bîne.