Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredara Geverê Adile Kozay Behsa Rewşa Dawî ya Geverê Dike


Civata wezîran ya Tirkîyê bi biryarek lezgîn dest danî ser bi hezaran erd û mal û avahîyên li 4 bajêr û 6 navçeyên Kurdan. Bi wê biryarê wê li van deran qereqolên mezin bên ava kirin. Biryar doh di rojnameya fermî de hat îlan kirin.

Li ser vê biryarê Amed, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û navçê wan û herwiha Sur, Baglar, Gever (Yuksekova), Qoser (Kiziltepe), Îdil (Hezex), Cizîr dê qereqol werin ava kirin.

Di heman demê de li Amed, Ruha, Mêrdîn, Şirnex, Colemergê jibo çarşî û taxan 2394 bekçî ango nobedar dê dest bi kar bikin.

Li navçeya Colemêrgê, Geverê di 13ê mehê de qedexa çûn hatinê hat îlan kirin. Operasyon û qedexe hin berdewam e. Li navçê pevçûnên giran didomin. Li taxa Eskîkişlayê jî dewletê hin xanîyan û Parka Musa Anter jixwe kire mal.

Hevşaredara Geverê Adile Kozay, derbarê biryara lezgîn ya hikûmetê ji Dengê Amerîka re axivî. Wê got "Berîya ku biryar derkeve parka Musa Anter hatiye xira kirin û ew der kirine qereqol."

Kozay xuya kir ku berê li Geverê 120 hezar kes dijîyan, lê jiber operasyonan li navçe niha 3-4 hezar kes mane.

Kerem kin agahîyên zêdetir di raporta dengî de guhdar bikin.

KHF_4_12_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:04 0:00

XS
SM
MD
LG