Bi nêzîkbûna hilbijartinê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) jî amadekarîyên xwe pêk tîne.
Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Duzgun Kaplan ragihand ku ew li tevahîya Tirkîyê di 43 bajaran de bi rêxistinî bûne û mafên hilbijartinê bi dest xistine.
Rêxistina Bajarê Enqerê ya HAK-PAR’ê li Navenda Giştî ya HAK-PAR’ê de konreya awarte çêkir û Serokê Bajarê Enqerê Aydin Ozatli hilbijart.
HAK-PAR piştî HDP’ê di nav Kurdan de wek partîyeke Kurd ya herî zêde bi rêxistinîbûyî ye. HAK-PAR di bernameya xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd federaliyê daxwaz dike.
Piştî ku Serokê Bajarê Enqerê yê HAK-PAR’ê Aydin Ozatli hate hilbijartin ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku, ewê ji vir pê de hêza xwe li bajarê Enqerê xurtir bikin. Ozatli got, "Têkoşîna HAK-PAR’ê ne têkoşîneke nûy ye, eva 50 sale ku feraseta HAK-PAR’ê xwe di nav Kurdan de cî kirîye. Hevalan ez hilbijartim, ji vî pê de ezê jî li Enqerê erka xwe cîbicî bikim."
Nivîskar û sîyasetmedar Kemal Bûrkay, Serokê Giştî yê Berê yê HAK-PAR’ê Refîk Karakoç, Serokê Giştî yê Partiyê Duzgun Kaplan, rayedar û endamên HAK-PAR’ê beşdarî vê kongreyê bûn.
Li Tirkîyê gava yek partîyek bikaribe mafê hilbijartinê bigre pêwîste ku ji niva bajarên Tirkîyê de yek zêde bajarî de bi rêxistinî bibe. Ji bo vî jî li 41 bajarî de bi rêxistinîbûnî têr dike.
HAK-PAR jî ji van yek partîye ku mafên beşdarbûna hilbijartinê bi dest xistîye. Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Kaplan di vî warî de ji Dengê Amerîkayê re axivî û rewşa partîya xwe wiha anî ziman:
"Me di meha borî de li tevahîya Tirkîyê de 43 bajaran de rêxistinîbûna xwe temam kir. Ev yek jî mafên hilbijartinê da me. Armanca me ewe ku em li gel partîyên Kurdan îtifaqeke çêkin û bi serê xwe têkevin hilbijartinê. Em wek HAK-PAR dixwazin gavên girîn bavêjin û bibin hêvîya Kurdan. Ev kongreya me ya îro jî pêngavek ji van e."
HAK-PAR dixwaze ku wek alternatîfeke derkeve pêş. Kaplan di vî warî de jî radigîhîne ku heke ew nabin alternatîf wê partîyên Tirkîyê herêma Kurdan bike bin destê xwe. Kaplan di vî warî de jî van fikarên xwe wiha tîne ziman:
"Heke em li Kudistanê nebin alternatîfek, dikarim bêjim ku eva 40 sale ku partîyên Kemalîs nikarin têkevin Kurdistanê wê gavê ewê bibin alternatîf û li Kurdistanê parlementeran qezenc bikin. Ana Partîya DEVA, Partîya Dahatû xwe wek alternatîfeke dîyar dike. Em wek welatparêzên Kurd pêwîste ku di vî warî de bibin alternatîf."
Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) di 11ê Rêşemîyê 2002’yan de hatibû damezirandin.
Serokê Giştî yê yekemîn nevîyê Şêx Saîd Abdulmelîk Firat hatibû hilbijartin. Ev partî bêtir nasnama Kurd derdixe pêş û jî bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî federasyonê daxwaz dike.