Vê Dawîyê Hikûmeta Dad û Pêşvebirinê (AKP) li Tirkîyê paketeke guherînên di qanûna bingehîn ya Tirkiyê de pêşkêşî perlamana welatî kir ku piştî gelek gotûbêjan û hinek destkarîyan hate pesend kirin ku bikeve ber refrandumê. Li dor wê çendê hevkar Robîn Reşvan ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Halît Demîr, endamê parlemanê Tirkîye, ji Partîya Dad û Pêşvebirinê re pêk anîye.
Birêz Demîr dibêje, ev pêngava ber bi demokratîk kirin û sivîl kirina rewşa Tirkîyê di nav dîroka wî welatî de bêhempa ye. Birêz Demîr gazindê li parlamenterên Kurd yên ser bi BDP'ê dike ku di prosesa derbaz kirina wê biryarê de alîkarî nedan wan.
Guhdarên hêja, jibo dirêjiya vê hevpeyvînê li lînka jorîn ya dengî bitikînin.