Kombûna amadekarîya konferansa “Hevalên Sûrîyê” li Stenbolê hate kirin û şandeya Kurd ji wê kombûnê vekişîya, bi sedema ku opozîsyona Ereb pênasînê bi mafên gelê Kurd nake.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de nivîskar Hasan Kaya dibêje, rewşenbîrên Kurdên li Tirkîyê piştgirîya helwesta nûnerên Kurdên li Sûrîyê dikin ku ji kombûna Stenbolê derketin û doza mafên gelê xwe dikin.
Birêz Kaya her wiha diblje, divê Ereb mafên Kurdan ji nihe vê, bi eşkereyî qebûl bikin û wekî li Îraqê, sîstemeke federal li Sûrîyê were damezrandin.
Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka “Guhdarî Kirin”a jorîn klîk bikin.