Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhat Eren Dibêje Desthilata Tirkîyê Dixwaze Berî Hilbijartinên Bajarvanîyê HDP’ê Bigire


Karbidestên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di wê bawerîyê de ne ku hikûmeta Tirkîyê doza Kobanê bikar tîne jibo ku partîya wan bigire.

Di destpêka Tîrmehê de rûniştina 52’yan ya Doza Kobanê li Enqerê hate kirin.

Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê ya HDP’ê Serhat Eren jî ji Dengê Amerîka re got ku desthilata sîyasî dixwaze Doza Kobanê yekser dawî bike û HDP’ê bigire.

Eren îdia kir ku Dadgeha Qanûna Bingehîn bi nêzîkbûna rtinên bajarvanîyê hilbijartinên herêmî biryara girtinê bide ku di Adara 2024’an de tên darxistin.

“Wek HDP, me parastina xwe kirîye. Li pêşîya biryardayîna Dadgeha Qanûna Bingehîn niha ti astengî tuneye. Lê ez texmîn dikim ku dadgeh vê biryara xwe jibo hilbijartinê şaredarîyê radiwestîne, di dema nêzîkbûna hilbijartinê de wê HDP’ê bigirin.”

Doza Kobanê, ku di derheqa 108 rêvebirên HDP’ê de hatibû vekirin, cara yekê di 26’ê Nîsana 2021’an de li Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê, di Dadgeha Cezaya Giran ya 22’an de destpê kiribû.

Di sala 2014’an de dema rêxistina terorîst DAIŞ’ê êrîşî bajarê Kobanê kir, rêberên HDP’ê li ser Twitter’ê peyam parve kiribûn.

HDPê jiber doza girtinê bi navê Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartina 14’ê Gulanê. Rêvebirên wê partîyê piştî şikestina hilbijartinê gotibû ku hilbijêrên wan bi têra xwe Partîya Çep ya Kesk nas nedikir loma jî gelek dengên wan di sindqoan de bi xeletî hatine bikaranîn.

Eren doza Kobanê û biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ji hevdu cuda nabîne. “HDP di nav gel de pirtir tê zanîn û deshilat jî ji vê yekê aciz e. Lom wê rê nede ku HDP bi navê xwe beşdarî hilbijartinê herêmî bibe.”

Wî dîyar kir ku ketina hilbijarinê ya di bin navê Partîya Çep ya Kesk de karê wan dijwartir kir.

“Gava em di 14’ê Gulanê de bi navê Partîya Çep ya Kesk beşdar bûn gelê me ev partî zêde nas nedikir. Bi hezaran dengên me bi şaşitî hatin bikaranîn. Desthilatê jî ev yek dît. Jiber vê naxwazin ku di hilbijartina pêşîya me de jî em bi navê HDP’ê têkevin hilbijartinê.”

Cara yekê Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, di 7’ê Hezîranê 2021’an de jibo ku HDP were girtin li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) doz vekiribû.

Bawerîya rêvebirên HDP’ê ji destpêkê heta niha jî ew e ku bi vekirana Doza Kobanê, dewletê jibo girtina HDP’ê hewil daye ku behaneyan peyda bike.

Li gor Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di destê dewletê de jibo girtina HDP’ê ti delîleke berbiçav tuneye.

Sancar Doza Kobanê di destê desthilatê de wek şûrekî dijî wan û ji bingeheke hiqûqî jî dûr dibîne.

“Ev doz 6 sal piştî bûyerên Kobanê hate vekirin. Hevalên me li hemberî vê doza dek û dolaban çend car parastina xwe dan. Desthilatî bi vê doza bê hiqûqî dixwaze ku ji partîya me tola xwe hilde û mafên Kurdan tune bike.”

Hevberdevka Giştî ya Partîya Çep ya Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar ragihand ku dewlet bi rêya sîstema dadwerîyê gefan li Kurdan dike.

“Ev desthilat hêvîya xwe bi tunekirina vîna gelê Kurd re girêdaye. Wan li Kobanê bi DAIŞ’ê re hinda kirin, lê îro jî bi destê darizandinê dixwazin ku bi hîle û dek û dolaban HDP’ê bigirin.”

ED_07_13_2023_S_Eren_Doza_Girtine
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00
XS
SM
MD
LG