Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanter û Endamên HDP'ê li Enqerê Bûn Armanca Êrîşên Gaza Îsotê


Serdozgerîya Enqerê di derheqa 32 kesan de biryara girtina binçavkirinê dabû û roja Sêşemê 12 kesên din bi operasyonekê hatibûn binçav kirin.

Li ser van binçavkirinan, parlamanterê HDP’ê yê Agirî Abdullah Koç û ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglu, bi komeke endamên HDP’ê, li ber avahîya rêxistina HDP’ê ya Enqerê civîn û xwastin ku daxuyanîyeke çapamenîyê bidin.

Polîsan ku dora girse dorpêç kiribû, destûr neda ku daxuyanî were xwendin û dû re êrîş birin ser parlamanteran û çalakvanan.

Polîsan ser parlamanteran û endamên HDP’ê de gaza îsotê reşandin û êrîşî wan kirin. Kerestecîoglu û Koç bûn armanca lêdana polîsan û polîsan Koç li erdê de rakişandin.

“Qaşo wek parlamanter destlêdana me heye, lê hêzên ewlekarîyê her derê me birîndar kirin. Bi fermana hikûmeta AKP’ê, polîsên Enqerê destdirêjîya me kir, madeyeke kîmyayî givaştin ser parlamanterê me Kerestecîoglu û ew derp kirin. Dîsa pênc, şeş polîsan jî min kirin navbera xwe û di erde de rakişandin û derb kirin. Dîyar e ku her tişt di pêşî de hatiye plan kirin.”

Koç da zanîn ku ewê ser kesên ku tundî kirine, doz vekin û heta dawî jî emê mafê xwe biparêzin.”

Kerestecîoglu, piştî êrîşan got ku Polîsan dizanibû ku ew parlamanter in. “Dîyar e ku ferman ji wan re hatibû ku êrîşî me bikin û ser me de gaza porteqal reşînin. Min nikaribû ku saeteke çavê xwe vekim. Rasterast gaz givaştin rûyê min. Armanca wan ew bû ku pêşî li sîyaseta me bigrin.”

XS
SM
MD
LG