Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dest bi mîtingên li dijî derbeyê dike. Mîtingên ku “Ji derbeyê re na, ji demokrasîye re erê” wê li îzmîr, Dersîm û li Amedê were lidarxistin.
Nûnera Merdînê ji HDP, Gulser Yildirim dibêje ku meydanên ku AKP dadigire û yên me ji hev cuda ne. Yildirim destnîşan dike şertên ku piştî derbeyan dertê holê neha bi destê hikumetê tê pêk anîn.
"Li herêmê salek e rewşa darbeyê heye, jiber ku her cûre êşkence û qetlîam dihat kirin û her tim rewşa awarte hebû. Lê, ya hember darbeyê ya rastî demokrasîya esasî ye, ne ku tu gel bikî dijminê hev û wan berî hev bidî."
Yildirim rexneyan li daxwaza anîna îdamê dike û dibêje “Kîjan demokrasi îdamê diparêze? Ev hê bêtir kûrkirina dijminatîya nav gelan e. Di rastîyê de yên ku demokrasi û hiqûqê, aşitîyê diparêze meydanên HDP’ê ne.”