Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Desthilatîya Tirkîyê di Sala Borî de Mafên Kurdan Binpê Kirin


Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ‘di civîna gruba HDP’ê de axifî. Buldan ragihand ku di sala 2021’an Sîstema Hikûmeta Serokomarîyê di her warî de gel xistîye nav krîzeke mezin.

“Desthilatîyê di sala borî de pirsgirêka Kurd di serî de li Tirkîyê hemû pirsgirêken sereke bêtir mezin kirine û mafên Kurdan jî tevahî binpê kirine.”

Li Tirkîyê di sala nû de partîyên sîyasî li meclîsê di grubên partîyan de peyîvî.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di gruba CHP’ê de li ser daxistina dolar û aborîya Tirkîyê got ku li ser lîstikên qura dolar li Tirkîyê şêlandina herî mezin hate çêkirin.

Wî soz da ku ewê hemû detayên vê şêlandinê derxînin holê.

Di gruba HDP’ê de jî li ser karûbarên desthilatîyê yên sala 2021 het sekinin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got ku desthilatî di sala borî de tevahî li hemberî civakê tekoşîye û newekhevîyeke mezin pêk anîye.

“Sîstema Hikûmetê ya Serokomarîyê sîstemeke krîzê ye. Sala borî, di her warî de wek saleke reş derbaz bû. Bêhiqûqî derket asta herî bilind. Pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên Tirkîyê yên serekî mezintir bûn. Dijmintîya Kurdan û li hemberî zimanê Kurdî bê tehemûlî di sala 2021’an de jî berdewam kir.”

Buldan di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtîyên sîyasî li zindanan û xêrhatina xizmên kesên beşdarî civinî bûn, kir.

“Li girtîgehan gelek girtîyên nexweşên giran hene. Li gor raporan, divê hin girtîyên nexweş werin berdan, lê ew hîn jî li girtîgehê têne girtin. Di meha Berfanbarê de bes 6 girtî mirin. Îro em dibînin ku bi awayekî defakto girtî têne îdam kirin.”

Serokê Giştî yê HADP’ê û parlementerê HDP’ê yê berî Murat Bozlak li Enqerê di 4 Rêbendanê 2016’an de jiyana xwe ji dest dabû. Pervîn Buldan di axaftina xwe de li ser mirina Bozlak jî rawestîya û hestên xwe wiha anî ziman:

“Sîyasetvan û hevale me yê têkoşînê Murat Bozlak 7 sal berê jîyana xwe ji dest da. Ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim. Bozlak jîyana xwe jibo aştî û demokrasîyê borand. Wî mîrateke mezin ji me re hîşt û rêya me her gav ronî kir. Ez li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînim.”

Buldan di dawîya axaftinê de li ser girtina HDP’ê jî sekinî û bangî desthilatîyê kir ku destên xwe ji ser girtina partîya wan û hiqûqê bikşîne.

ED_05_01_2021_HDP_Gruba_Meclîsê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG