Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Bang li Malbatan Dike ku bo Zarokên Xwe li Dibistanan Dersa Kurdî Bibijêrin


Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di civîna hefteyî de li ser ser dersên bijartî yên dibistanên Tirkîyê sekinî û bang li Kurdan kir ku di 21’ê Rêbenanê de jibo zarokên xwe divê dersên Kurdî bijêrin.

Gunay, di civînê de li ser rewşa aborîya Tirkîyê, êrîşên ser HDP’ê û qewimandinên dawî rawestîya. Berdevka HDP’ê, ragihand ku desthilatîya AKP û MHP gel di bin krîza aborîyê de fetisandîye û bi êrîşkirina ser HDP’ê dixwaze veşêre.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî li parlementoyê di gruba xwe de bi zimanekî tuj HDP’ê rexne kiribûn. Gunay, li ser van daxuyanîyan sekinî û wiha got:

“AKP û şîrîkê wê MHP jibo sergirtina krîza aborîyê êrîşî partîya me HDP’ê dikin. Bi van êrîşan dixwaze ku rojevê ji rastîya xwe biqûlîpînin. Di civîna grubên xwe de bi zimanê nefret û dijmintîyê ser partîya me de hatin. Bila baş bizanibin ku em siberoja Tirkîyê ne, emê di têkoşîna xwe de qet gaveke paş nevêjin.”

Li Tirkîyê jibo dersên hibijarî pêvajo di 3’ê Rêbendanê de destpê kir û heta 21’ê Rêbendanê dê berdewam bike.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, li vê derê baga dê û bavên zarokan kir ku bila zimanê Kurdî bijêrin.

“Jibo perwerdeya zimanê Kurdî her tim hewldaneke HDP’ê, helwdaneke Kurdan heye. Daxwaz û banga me jibo perwerdeya zimanê zikmakî ye. Lê mixabin di şert û mercên Tirkîyeyê de ev daxwaz nehatiye qebûl kirin. Lê derfeteke din heye ew jî dersên bijartî yên Kurdî ne. Em dizanin dersên bijartî jibo Kurdî têrê nake lê derfetek e. Em dersên bijartî bi hev re bijêrin dê baştir bibe. Herî dawî heya 21’ê Çileyê malbat û dê û bav divê jibo zarokên xwe bibijêrin. Ez banga vê yekê li tevahîya malbat û xwendevanan dikim. Dersên Kurdî bijêrin.”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di gruba meclîsê de di derheqa rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevserokê giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de gotibû, “Yê ku li Edîrneyê ye wê hesab bide Îmraliyê.”

Gotinê Erdogan ji Gunay hate pirsîn, Gunay got, “Eva klasîkeke AKP’yê ye. Dema AKP dikeve nav tengahîyê êrîşî cîyekî dike, nakokîya durist dike. Dixwaze civaka Tirkîyê bixapîne. Ji vê derê kesî re qezencek dernakeve.

ED_14_01_2022_Gunay_Dersa_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG