Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervîn Buldan: Desthilata Sîyasî ji Têkoşîna Jinan Ditirse


Hevserokên bajaran yên jin yên HDP’ê di bin pêşengîya Hevseroka Giştî Pervîn Buldan û Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran de li navenda giştî ya wê partîyê civîn.

Buldan li vê derê aqaftina xwe de li ser têkoşîna jinan sekinî û got ku desthilata sîyasî ji têkoşîna jinan ditirse û li her derê çavtirsandinê dike.

“Di nav HDP’ê de jin di rêza herî pêş de cî digirin koma jî HDP partîya jinan e. Yekîtîya jinan jibo çareserkirina kêşeya jinê herî girîng e. Di nav HDP’ê de jî têkojîna jinan ev yek car din îspat kiriye. Me di hevdîtinê xwe yê nav gel de jî ev dît. Jiber vê yekê, têkoşîna jinan li vî welatî di asta jîyanê de cîyê herî girîng digire.”

Buldan, derheqa êrîşên li ser jinan jî got ku jin li her derê bi awayên cûda têne tirsandin.

“Li Afqanistanê Talîban, li Îraqê û Sûrîyê DAIŞ’ê êrîşên xwe yê hovane li ser jinan pêk anîn. Mixabin li Tirkîyê jî jin rastî gelek êrîşan tên. Desthilatîya Tirkîyê ji çar alîyan têkoşîna jinan xistiye hedefê. Bi polîtîkayên dijmintî dijî jînan kiryarên taybet tên meşandin. Ev desthilatî her ku lawaz dibe tundîya ser jînan jî mezintir dike. Bi teslîmgirtinê û rewşa awarte dixwazin ku têkoşîna HDP’ê bifetisînin, lê hêza wan wê têr neke ku me tune bikin.”

Hevseroka HDP’ê li ser pirsgirêka Kurd jî sekinî û ev wek kêşeya serekî bi nav mir.

“Li Tirkîyê pirsgirêka Kurd hê jî pirsgirêka herî serekî ye û divê ew çareser be. Dîsa, ev pirsgirêk li Îmrali jî didome û hember birêz Ocalan rewşa tecrîdê tê meşandin. Mafê wî yê hiqûqî bi tecrîdê hatiye binpê kirin. Ev yek jî rewşa Tirkîyê xetimandîye. Heta ev tecrît neyê şikandin, li Tirkîyê wê pêşketin jî çênebe.”

ED_26_08_2021_Jin_Buldan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00

XS
SM
MD
LG