Serokê Amerîka Barack Obama roja Pêncşembî bi telefonê digel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan axifî û hevbîr bûn li ser pêdîvîya veguhastina demokratik li Sûrîya û ku demûdest xwîn rijtin li Sûrîyê bi dawî bê.
Di hevpeyvînekê de digel hevkar Dexîlê Şemo, rêzdar Feysel Yusif endamê Tevgera Çareserkirina Pirsa Kurdî ya partiya Pêşvero li Sûrîya got ku guhartina li Sûrî tê xwestin gelê Sûrî diyar dike.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel birêz Feysel Yusif, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike
Feysel Yusif: Guhartina li Sûrî tê Xwestin Gelê Sûrî Diyar Dike
