Li parlamena Tirkîyê qanûnek derket û bajarên Şirnex û Hekkarê dibin navçe. Navçeya Hekkarê Gever (Yuksekova) û navçeya Şirnexê Cizîr jî dikin bajêr.
Ev biryar li navçeyê dibe sedema nerazîbûnê û rûniştvanên bajêr li dijî vê biryarê xwepêşandanan lidar dixin.
Parlamenterê HDPê yê Hekkarê Adem Geverî vê biryarê şîrove dike û dibêje dewletê li Kurdistana bakur li ser ewlekarî sîstema xwe ava kiriye.
“Ev qanun aşitîya nav civakê dê têk bibe. Herwiha destnîşan dike di bingeha vê biryarê de sedemên ewlekarîyê hene. Ev biryar dê bibe sedema têkçûna aborî û civakî.”
Hun dikarin dirêjîya raportê li ser fayla deng guhdar bikin.