Karbidestên Yemenî dibêjin, bombevanekî xwekuj li dervayê bingeheke leşkerî ya başûrê welat, 9 leşker kuştin û bêtirî 20'ên din jî birîndar kirin.
Karbidest jiber êrîşa Yekşemê ya li bajarê Aden, mîlîtanên El Qaydê tawanbar dikin. Ew her wiha dibêjin, bombevan otomobîla xwe jî peqand.
Karbidestên Yemenî radigîhînin peqîn li demke qewimî ku leşkerên Yemenî hazirî dikir ku jibo şerê dijî mîlîtanên El Qaydê, ber bi wîleyeta Abyanê ve herin.
Heta niha ti kes berpirsîya peqînê bi ser xwe ve negirtîye, lê karbidest guman dikin ku mîlîtanan li paş ve êrîşê bin.