Di 14 Adarê de hilbijartina Tirkîyê ya sala 2023’an bi awayekî fermîî destpê dike.
Dîrektora Giştî ya Navenda Lêkolîna Qada Sosyopolîtîk Yuksel Genç radigîhîne ku di hilbijartina ku li 14’ê Gulanê de de Kurd rola herî serekî digrin. Ew dibêje, “Kurd dest bidin kîjan îtifaqê ewê di vê hilbijartinê de sedan 50 +1 bigire û serteftî be.”
Pisporên sîyasî amaje dikin ku berbijêrê Îtifaqa Netewe Kemal Kiliçdaroglu li parlementoyê piştî ku serdana HDP’ê kir rengê hilbijartina 2023’yan jî tevahî gorîya.
Piştî vê serdanê HDP’ê jî li hemberî vî namzêdê xwe dîyar nekir û bi awayekî din piştgirî da Kiliçdaroglû.
Piştî van geşedanan tê dîyarkirin ku di vê hilbijartinê de HDP êdî rola sereke digre.
G
enç ji bo Dengê Amerîka ragihand ku ne Îtifaqa Gel û ne jî Îtifaqa Netewe bi tena serê xwe dikarin ji sedî 45 ji dengan bigirin.
"Di navbera van herdû îtifaqan de ji van hîç yek jî bi tena serê xwe nikare bibe desthilat. Li gorî lêkolînên me herdû îtifaq jî nikarin derkevin ser sedan 45’an. Ev yek jî dîyar dike ku pêwîstîya herdû îtifaqan jî bi dengê Kurdan heye. Kurd piştgirîya kîjan îtifaqê bike dê ew serkeve."
Yuksel Genç, dide xuyakirin ku Kurd wê di vê hilbijartinê de bes di warê dîyarkirina endamê serokomarîyê de na, wê di nav dabeşbûna desthilatîya parlementoyê de jî roleke girîn bigrin. Ew, di vê arîtmetîka parlementoyê de rola Kurdan jî wiha dîyar dike:
"Wisa dixûye ku herdû îtifaq jî bi tena serê xwe di parlementoyê de nikarin bibin desthilat. Li ber vî jî heke HDP di vê hilbijartinê de dengekî girîn bigre, wê gelek parlementer bişîne meclîsê û di nav birêvebirina desthilatîyê de jî hêzeke girîn bidest bixe."
Dîrektorê Giştî yê Spekturm House’ê Azad Bariş jî ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku rola Kurdan di vê hilbijartinê de her çiqas girîng be jî lê di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd bi guman heye.
"Piştî ku pêvajoya aşitîyê hate xirakirin di nav 8 salan de gelek wêrankirin çêbû. Çareserkirina vê yekê ew qas asan naxûye. Her çiqas di vê demê de hin gotinên çareserkirinê were dayîn jî lê li gorî min pêkan nîne ku di demeke kin de were çareserkirin," Bariş şîrove dike.
Barış radigîhîne ku heke desthilat biguhere gaveke biçûk be jî di mesela Kurd de dibe ku hin tiştê erênî pêk werin.
Kemal Kiliçdaroglu gave serdana HDP’ê kir, li wê derê ragihand ku ewê pirsgirêka Kurd di meclîsê de çareser bikin.