Rêberên herêma Asya-Pasîfîk, îro Yekşemê kombûna salane ya 2 rojî bi dawî tînin, li bajarê Yokohama yê Japonyayê. Rêberên herêmê daxuyanîyeke weşand û tê de piştgirîya ava kirina herêmêke bazirganîya serbest kir.
Hilcivîna Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîk cûdabirîyên li ser rêbazên diravî dana alîyekî û biryara avêtina pêngavên berbiçav dan, jibo damezrandina herêma bazirganîya serbest.
Gruba bazirganî dê têkîlîyên aborîyê xûrttir bike, ligel Amerîka, Çîn, Japonya û hîn welatên din yên herêma Pasîfîk.
Serokê Amerîka Barack Obama û rêberên din yên Hilcivîna Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîk li paş Serokweîzrê Japonî Naoto Kan sekînin, dema wî daxuyanîya bi navê Yakohama Vision dixwend.