Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Clinton Ligel BDP'ê Kom Bû


Hillary Clinton Ligel BDP'ê Kom Bû
Hillary Clinton Ligel BDP'ê Kom Bû

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton ku jibo civîna navnetewî ya li ser Lîbyayê li Tirkîyê bû, ligel Serokwezîrê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan û bi partîyên ku li Meclîsê xwedîyê grubê ne, hevdîtinan pêk anî.

Di çarçoveya hevdîtinan de Hillary Clinton, roja Şemîyê bi Serokê Gruba BDP’ê ya li Meclîsê Selahattîn Demîrtaş û Parlamentera Sêrtê Gultan Kişanak re hat ba hev.

Xanim Clinton pêşî bi Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu re hatin ba hev. Di vê hevdîtinê da Balyozê Amerîkayê li Enqereyê Francis Ricciardone û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Philip Gordon jî amade bûn.

Piştê hevdîtina bi Kemal Kiliçdaroglu re, Hillary Clinton bi Serokê Gruba Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û parlamentera Sêrtê Gultan Kişanak re jî kom bûn.

Piştî civînê Selahattîn Demîrtaş di derbarê hevdîtinê da got “me ji wan re got ku her çiqas li welatê me her roj pirsgirêk rû bidin jî, em dikarin bi muxalefeta demokratîk û bi potansîyeleke demokratîk pirsgirêkên xwe çareser bikin. Tevî ku pirsgirêk hebin jî, em ji paşerojê bi hêvî ne. Em dikarin xwe bigihînin demokrasîyê. Lê, divê em di vî warî da biryar û bawerîya xwe nîşan bidin."

Parlamenterê Colemêrgê yê BDP Selahattîn Demîrtaş der barê hevdîtinê de agahî da rojnamegeran û got, ku jiber ku ew li Tirkîyeyê hêzeke muxalîf in Xanim Clinton bi wan re hevdîtin pêk anîye.

Berîya vê hevdîtinê, 2009’an de, Serokê Amerîkayê Barack Obama û Hevserokê DTP’a ku hat girtin, Ahmed Turk li Parlamentoya Tirkîyeyê hatibûn ba hev.

XS
SM
MD
LG