Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîn Beşên Gotara Serok Obama ya ser Rojhilata Navîn


Serok Obama gotara xwe ya li ser Rojhilata Navîn pêşkêş dike. Gulan, 19, 2011
Serok Obama gotara xwe ya li ser Rojhilata Navîn pêşkêş dike. Gulan, 19, 2011

“Li nav şeş mehên dawî, me dîdevanîya gelek bûyerên dîrokî li Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur kir. Bajar bi bajar, welat bi welat gel jibo xwestina mafên xwe rabûn ser pêyan. 2 rêberên girîng yên hêremê postên xwe hêlan û dibe ku hîn rêberên din jî heman tişt bikin.

Gelên herêmê dixwazin çarenivîsa xwe bi destên xwe dîyar bikin û Mihemed Bouzazî yê Tûnisî pêşengîya ev daxwaz kir.

Li Qahîreyê me dengê dayikeke genc bihîst ku digot “wekî ku cara yekê ye ku ez nefeseke teze û paqij dikşînim”.

Li Sanaayê, me dengê xwendekarên bihîst ku diqerîyan “divê şevreşî bi dawî were”.

Li Bîngazîyê, me dengê endazyerekî bihîst ku digot “niha gotinên me azad in. Hesteke wusa xweş e ku nikanim rave bikim”.

Li Şamê, me dengê wî xortî bihîst ku digot, “piştî qerîna yekê, mirov xwe serbilind hest dike”.

Li şûna ku guh bide daxwazîya gelê xwe, rejîma Sûrî rêya qirkirin û binçavkirina gelê sîvîl bijart. Welatên Yekbûyî yên Amerîka van kiryarana şermezar kirin û bi hevkarîya civata navnetewî me ceza û toleyên aborî li hember rejîma Sûrî danan, ku Serok Beşar El Esed jî nav de ye.

Gelê Sûrî wêrekîya xwe nîşan da û daxwaza guherîn û demokrasîyê dike. Divê Serok Esed rêya xwe bijêre: Ew dixwaze rêberîya guherînê bike, yan xwe ji pêşîya daxwazên guherînê paşve bikşîne?

Divê hikûmeta Sûrî dest ji gulebarandina gelê sîvîl berde û rê li ber xwepêşandanên aşîtîyane veke, girtîyên sîyasî azad bike, dawî li binçavkirinên kefyî berde û destûr bide çavdêrên sîyasî ku xwe bigehînin bajarên wek Daraa û rewşa heyî di cîhê de bibînin.

Rejîma Sûrî divê jibo guherîneke demokratîk û pêşveçûnê dest bi dîyalogê bike. Heku ne, rejîma Serok Esed dê li hindûrê welat rûberî dijberên xwe be û li derva jî rûbirûyê tenê mayînê be.

Heta niha Sûrîye, Îranê ji xwe re kir mînak û ji Tehranê alîkarî werdigire ku çawa xwepêşandanan bieciqîne. Ev yek jî durûtîya Îranê nîşan dide ku dibêje, ew piştevanîya xwepêşandanên li dervayê dike, lê bi xwe jî gelê xwe serkut dike.”

Serok Obama her wiha got:

“Şoreşên li Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur derfeteke dîrokî peyda kir, jibo cîhanîna daxwazên gel ku azadîya wan ya sîyasî deliveyên wan ya aborî ji mêj ve hatibûn înkar kirin. Modernîzasyona aborî jibo avakirina dewlemendî û xweşhalîyê û her wiha, jibo nîşandana encamên guherîna demoratîk kilîl anku mifte ye. Gelê hêremê bi xwe dê rêya xwe ya demokrasî û xweşhalîyê bibijere, bi program û sîyasetên ku bersîva şert û mercên wan didin.

Dibe ku ev proses, wekî li welatên Ewrupaya Navîn û Rojhilat demeke dûr û dirêk bidome. Ji destpêbûn û berdewamîya vê peyvajoyê vir ve, Welatên Yekbûyî yên Amerîka dê jibo modernîzasyona aborî û pêşvebirinê desteka xwe pêşkêş bike, jibo wan kesên ku derbazî demokrasîyê dibin.

Welatên li Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur xwedîyê civak û aborîyên cihêrengî ne. Dahatîyên gaz û petrolê ekonomîya hîn welatan xûrt kirîye û derfet daye wan ku binezasîyên hêzdar biafrînin. Hîn welatên bêyî neftê jî mezinbûneke berbiçav bidest xistine û gelek kompanîyên pirnetewî jibo berhamkarîyê hatine wan welatan.

Mixabin, reformên aborî li herêmê li her derê wekhev nebûye û dizî û pere xwarinê gelekl belave bûye. Tevî hebûna çavkanîyên xwezayî û çavkanîyên mirovan ya balkêş, ne pêşveçûna aborî li hêremê geheşte qonaxa mezinbûna cîhanî, ne jî zengînîyên heyî bi wekhevî ji gelê hêremê re hate dabeş kirin.

Bi piranîya nîfûsa xwe ya binî 30 salî ku her sal 4 mîlyon kesên nû destbi lêgerîna kar dikin, Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur rûberî hîn dijwarîyan e. Rêjeya bêkarî li seranser hêremê bilind e, taybetî jî li nav kesên xort. Li Misirê rêjeya bêkarî texmînî % 30 e. Jibo bersîvdana kêşeya mezin ya bêkarîyê, divê guherînên girîng yên bingehîn û reformên ekonomîk werine kirin.

Ji destpêbûna van guherînan vir ve, nûnerên hikûmeta Amerîkî şewira gelê hêremê kirin da ku zehmetîyên wan baştir fem bikin. Wekî Serok, min çarçoveyek nû ya aborî destnîşan kir, jibo piştgirîya netewên ku bi pêgîrî dixwazin derbazî demokrasîyê dibin. Welatên Yekbûyî yên Amerîka dê rasterast alîkarîya wan welatana bike da ku daxwaz û hewcedarîyên gelên xwe bicîh bînin. Nêzîkbûna me li ser 4 stûnên bingehîn –piştgirî jibo baştir rêvebirina aborîyê, piştgirî jibo îstîqrara aborî, piştgirî jibo modernîzasyona aborî û piştgirî jibo tevlêbûna bazirganî û berhemkarîyê.”

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG