Hisên Mihemed hezkirîyekî zimanê Kurdî ye ku nêzîk 15 salan vir ve xebatên hêja li ser zimanê Kurdî dike. Mihemed salên dirêj rêvebirîya malpera Mehname'yê dikir ku malpereke dewlemend ya ziman û wêjeya Kurdî bû.
Me bi nivîskarê xort Mihemed re hevpeyvînek li ser rewşa vê gavê ya zimanê Kurdî kir da ku bizanin ew rewşa heyî çawa dinirxîne.
Hisên Mihemed dibêje, hejmara Kurdên Tirkîyê ku bi Kurdî dipeyîvin roj bi roj kêmtir dibe û êdî zimanê gelek kesan dibe Tirkî. Loma jî, divê dê û bavên Kurdan bi zarokên xwe re Kurdî biaxifin û derfetên teknolojîyê baş kar bînin û zimanê xwe yê dayikê hîn bibin.
Kerem kin bi lînka “guhdarîkirin”a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.