Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hoşeng Biroka: keşeya mezin ewe kû piranîya penaberên welatên musilman bawerî bi destorê Almanî nîne

Şêwermenda Almanî Angêla Mêrkil li roja çarşem digrl 100 sîyasetvan û nûnerên civakên penaberan li Almanîya kombû bo dan û standina liser pirsên gûncandina keltûran yan întigrasyonê di welatê dewlemandê rojava Ewrûpa de kû nêzîkî 15 milyon kesan ji berebabên penaberan lê dijîn.

Xanim Mêrkil ragîhand ku hikumeta wê dê bernmeyan berdest biket li 5 salên bên weka fêrkirina zimanê Almanî. Lê di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, nivîskar û lêvekolê civakê Hoşeng Biroka dibêjit keşeya mezin ewe kû piranîya penberên welatên musilman bawerî bi destorê Almanî nîne û hinek ji nifşê çarê yê penaberan ku bi zinamê Almanî diaxivin û kar dikin berevanîyê ji keltûrê civakên dî dikin li dijî keltûrê Almanî.

Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna Dengê Amerîka digel Hoşeng Biroka , fiyîla dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.

XS
SM
MD
LG