Konferansa yekê ya Çand, Hûner û Wêjeya Kurd, di navbera 11 û 12'ê vê mehê de bi tevlîbûna gelek hûnermend, nivîskar, rewşenbîran li Dîyarbekirê hate pêk anîn.
Hunermenda dengxweş Rojda, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de qala vê konferansê dike.
Rojda dibêje, konferans gelek serkeftî derbaz bû û wan biryar girtîye ku konferansa tê li sala 2011’ê li bajarê Hewlerê bikin.