Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hûnermendê şêwekar Luqman Ahmed: Gehandina Peyamê xwe ji Amerîkîyan re Zehmetîya Mezine.


Luqman Ahmed
Luqman Ahmed

Bernama Ferheng û Torê Kurdî li vê heftîyê mêvan bû li jora nîgarkêşîya hûnermendê şêwekar Luqman Ahmed. Wî got zehmetîya herî mezin ji wîre ewe ka çawa peyamê xwe bi gehînit Amerîkîyan. Luqmanê hûnermend gelek girêdayî sirûştê Kurdistan û keltûrê kurdan e.

Luqman Ahmed: di sala 1972 de li Kurdistana rojava, bajarê Dirbêsiyê, ji dayik bûye. Ji biçûkanî ya xwe de hînî resim û hunerê bûye. Dehînanê hunerî bûye ji gelek pirtûkên Kurdî û Erebî re. Ji çendîn govarên Kurdî û Erebî re gotarên hunerî nivîsandina. Çendîn babetên Kelepûr û dastanên Kurdî danheva (Arşîf kirine). Serkar û amadekarê (Dest Xêzên) resmê zarokên Kurda û orgênayzkirina pêşangehan ji berhemên wanre.

Luqman Ahmed: di sala 1972 de li Kurdistana rojava, bajarê Dirbêsiyê, ji dayik bûye. Ji biçûkanî ya xwe de hînî resim û hunerê bûye. Dehînanê hunerî bûye ji gelek pirtûkên Kurdî û Erebî re

Çalakî û pêşangehên beşdarî bûye yên tevayî:

Pêşangeha (hunera kurdî) li Qamişlo 1998.

Pêşangeha tevayî li navenda çandî li Hesekê 1999.

Galîriya Feyruz şemûn li Lubnan/Zehle (1999,2000,2001).

Bîranîna hunermend Ebdulrehman dirê’î li Heleb 2001.

Galîriya Êbla li Halebê (2001,2002,2003,2006).

Galîriya Al-xancî, Haleb 2002.

Li navenda çandî li Efrînê ,2003.

Li navenda çandî li Misyaf, 2003.

Li navenda çandî li Bişinîn, 2003.

Li navenda çandiya Rusî,li Şamê 2003.

Li mozexana Taha Taha, li Reqa (2003,2004,2005).

Li festival Xan-elherîr li Halebê (2003,2004,2005,2006).

Li galîriya Zentrum 5, li Siwêsra(2004).

Li navenda çandî li Cindêris-Efrîn (2005).

Li salona Navenda Hunera Nûjen, li Hesekê bi

(Aziza Ahmad, Jihan Abdulrahman) re, (2010).

Festîvala BEDIRXAN ya 7 min, li Waşinton DC, (2010) .

Pêşangehên Luqman Ahmed yên Taybet:

Li navenda çandî li Hesekê (2004).

Li navenda çandî li Serê Kaniyê (2005).

Li navenda çandî li Qamişlo (2006).

Li galîrya Êbla li Helebê (2006).

Li Turkiya/Batman, festival Hesenkêf ( 2007).

Li Turkiya/Diyar bekir, galîrya D.S.M (2007).

Li Turkiya/Batman, salona sînema Yelmaz Guney( 2008).

Li Turkiya-Batman, festival Hesenkêf (2009).

Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna digel hûnermend Luqman Ahmed , fiyîla dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî, di valahîya xwarê de binivîse.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG