Meclisa navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jibo Hurşit Kulter, ku ji 27’ê Gulanê ve hinda ye, li Stenbolê çalakîyeke rûniştinê lidar xist.
Çalakî bi rûniştinê destpê kir û dû re Benazîr Coşkun daxuyanîyek xwend û bal kişand ku ji 27’ê Gulanê vir ve ti agahî di derbarê Kulter de negiheştîye.
Berdevkê KCDê Şamil Altan jî di derbarê Kulter de ji Dengê Amerika re axifî û wiha got:
“Ji sala 90’î vir ve dewlet kesên dijber ji holê radikirin. Serborîyên Torosên spî yên navdar hebûn û dewlet kesên ku li dijber wan in û direvandin û davêtin wan torosan û bi êşkenceyan dikuştin.”
Altan got ku ewê nehêlin aqubeta Kulter wekî yên ku di salên 90’î de û ji karbidestan xwest ku derheqa rewşa wî lezgînî agahî bide bîragiştî.
Hurşit Kulter, rêvebirê meclîsa Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) e ya Şirnexê ye û jui 20 roj in zêdetir e ku ti agahî ji wî tuneye.
Li gor agahîyên medyayê, ji hesabeke Twitter’ê bi navê BOF, di 27’ê Gulanê de dîyar kir ku Kulter binçavkirî ye.