Ji demê xwepêşandana li Sûrîye destpêkirî çi partî yan rêxistinên sîyasî negotine ew rêbertîya serhildana gelê Sûrî diki. Belku tavahîya partîyên sîyasî dibêjin xort li dijî rejîmê derdikevin û ew bi wan xorta re ne. Belê, pirsyar ew e, kî wan xortan û daxwazên wan rêk dêxe?
Di hevpeyvîneke digel Dengê Amerîka de, Îbrahîm Yusif, rojnamevan û serokê Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan (MAF) got, derdê wan û bêkarî û girtin û zîndan kirin û bêrêz kirina wan li cada digihînin hev.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Îbrahîm Yusif, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.