Sersala Kurdan, Newroz ji alîyê hemî Kurdan ve li seranser cîhanê tê pîroz kirin. Roja Yekşemê, anku 18’ê Adarê li Dîyarbekir û Stenbolê pîrozbahîyên girseyî hatine kirin, tevî ku karbidestên dewleta Tirk ragihandibû ku ewê rê nedin pîrozbahîyên berî 21’ê Adare.
Di pîrozbahîyên li Stenbolê de rêvebirê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Hacî Zengîn jîyana xwe ji dest da. Nivîskar û helbestvanê Kurd Îbrahîm Halîl Baran ku di pîrozbahîya li Stenbolê de amade bibû, qala çavdêrîyên xwe dike.
Birêz Baran dibêje, Newroz sersala Kurdan e û gel ne hewceyî destûrê ye ku sersala xwe pîroz bike. Do jî şênîyeke mezin li qada Newrozê hebû û hemî bi hevre sersala xwe pîroz kirin.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.