Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îslam li Amerîka Piştî 11'ê Îlonê


Îslam li Amerîka Piştî 11'ê Îlonê
Îslam li Amerîka Piştî 11'ê Îlonê

Îro ayîna Yekşemê ye li dêra St. Albans. Bawermend li dêra xwe ya biçûk ya paytaxt Washîngtonê îbedeta xwe dikin.

Wekî Krîstîyanên oldar yên seranser Amerîka, bawermendên kilîseya St. Albans jî gelek girîngî didine ol û bawerîya xwe.

Ev cimet di heman demê de zanxwazê ol û bawerîyên din e jî. Jiber wê sedemê, qeşe piştî ayînê mêvanekî taybet tîne pêş bawermendan.

Ez dixwazim Dr. Ahmed raberî we bikim.

Balyoz Ekber Ahmed, di Bêşa Lêkolînên Îslamî ya Zanîngeha Amerîkî de mamoste ye. Berî demeke kin pirtûka wî ya nû derket ku tê de qala serêdanên xwe bo Misilmanên li Amerîkayê dike.

Dr. Ahmed dibêje, jiber êrîşên 11’ê Îlonê gelek ji 7 mîlyon Milsimanên Amerîkî di rewşeke xwe parastinê de ne. Di nav kesan da, yên ku jibo azadîya olî hatine Amerîka jî hene.

Dîsa jî gelek û gelek malbetên koçber ji me re dibêj, Amerîka jibo Milsilmanan cîyekî baş û welatê herî baş e li tevahîya cîhanê.

Wekî bersîva pirseke li ser êrîşên 11ê Îlonê Ahmed dibêje, li dilê gelek Amerîyan kul û birînên wan êrîşana hîn jî pir teze ne.

Derheqa projeya mizgeftekê li nêzîkî cîyê êrîşa 11’ê Îlonê, Dr. Ahmed di wê bawerîyê da ye ku, divê Îmam Faysal Abdul Rauf navenda Îslamî li cîyekî din ava bike. Ew di heman demê de, pesna Krîstîyan, Cîhû û bawermendên olên dide ku jibo mafê Mislimanan rabûne ser pêyan.

Ji vê kêşeyê em hîn nîşaneyên erênî jî werdigirin. Jibo mirovên bi wîjdan, mesela ne tenê nîqaşa Îslamê ye, lê her wiha nasnameya Amerîkî jî tê gotûbêj kirin. Çi ye wateya Amerîkî bûne?

Piştî guhdarî kirina gotara Dr. Ahmed, metranê Dêra St. Albans Wayne Williams dibêje, li dijî Misilmanan ti hêstên wî yên xirab tune ne.

Bûyerên 11’ê Îlone ti guhartin di nêrîna min ya Îslamê de nekir. Ez Misilmanan wekî mirovên aştîxwaz dibînim, her wekî Mesîhîyan.

Cimeta vê derê bi piranî liberal ango nermbîr in. Lê, pirsnameya Enstîtuya Lêkolînên Olî ya Civakî ya vê dawîyê nîşan dide ku % 45 gelê Amerîkî bawer dike ku Îslam li dijî nirxên Amerîkî ye.

Oldarê navdar Jim Williams, ku di heman demê de endamê Civata Şîretvanî ya Olî ya Serok Obama ye dibeje, medyaya rastger hêst û nêrînên dijî Misilmanan xûrtir dike û şik û guman belav dike, li ser Krîstîyan bûna Serok Obama.

Li gorî pirsnameyeke ku havîna borî hate weşandin, % 18 Amerîkîyan bawer dikin ku birêz Obama Misilman e.

Medyaya kêşexwaz şaş e û tiştên ku dibêje ne rast in.

Wallis lêzêde dike û dibêje, Krîstîyan, Misilman û Cîhû êdî fêr dibin ku, çawa li Amerîkayê bê problem û arîşe bi hevre bijîn.

XS
SM
MD
LG