Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Şampîyona Futbola Jinan e


Kapana tîma futbolê ya Japonyayê Sawa kupaya cîhanî bilind dike.
Kapana tîma futbolê ya Japonyayê Sawa kupaya cîhanî bilind dike.

Di Kupaya Cîhanî ya Futbola Jinan de Japonya bû şampîyona cîhanê. Di maça fînalê ya navbêra Japanya û Amerîkayê de, lîstin di dema normal de 1 bi 1 dawî bû.

Aleks Morgana Amerîkî di deqîqa 69’an de gola yekê ya tîma xwe tomar kir. Japonyayê di deqîqa 81’ê de bi Aya Miyama bersîva gola hevrika xwe da û lîstin çûye waxtê lêzêdekirî.

Gola yekê ya dema zêdekirî jî dîsa ji tîma netewî ya Amerîkayê hat û stêrka Amerîkî Abby Wambach di deqîqa 104’an de bi serê xwe gog şand nav tora Japonyayê.

Gava dihat çaverê kirin ku maç bi vê encamê biqede, sterka Japon Homare Sawa sê deqîqe berî ku lîstin bi dawî were gola wekhevîyê ya tîma xwe tomar kir.

Di dema mayîn de encam neguherî û hîngê lêdana penaltî destpê kirin. Di dawîya penaltîyan de Japonya'yê bi 3 golan beramberî 1 gol hevrika xwe Amerîka têk bir û bû şampîyona cîhanê.

Kaptana tîma Japonyayê Homare Sawa bi 5 golan bû lîstîkvana herî golker û sola zêrîn qezenc kir.

Di Kupaya Cîhanî ya Futbola Jinan de Swêd do Franse 2 bi 1 têk birîbû û bûbû tîma siseyan ya cîhanê.

XS
SM
MD
LG