Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Li Tirkîyê Heta Niha di 2023’an de 162 Jin ji Alîyê Mêran Ve Hatine Kuştin


Çalakiya Jinan li Stenbolê
Çalakiya Jinan li Stenbolê

Di Tîrmehê de 25 jin ji alîyê mêran ve hatin kuştin û 9 jî bi guman mirî hatin dîtin, li gor raporta Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP). Bi vê yekê hejmara jinên ku heta niha îsal li Tirkîyê ser destên mêran hatine kuştin gihiştiye 162 jinan.

Li herêma Kurdan ev kuştin herî kêm dîyar dibe, li gor raporta KCPD’ê ku roja Çarşemê belav bû. Li bajarê Mêrdînê 1 û li Batmanê 1, bi tevahî 2 jin di Tîrmehê de ji alîyê mêran ve hatin li deverên Kurdan kuştin.

Hejmara herî bilind li Stenbolê bi 7 kuştinan bû. Yên mayî jî li bajarên Tirkîyê yên din bûn.

KCDP di sala 2010’an de hate demezirandin û heta niha jî meh bi meh raportan li ser jinên ku tên kuştin.

Li gor KCDP’ê, di sala 2018’an de 407 jin hatin kuştin, di 2019’an de 425 jin, di 2020’an de 417 jin, di 2021’an de 429 jin û di 2022’an de jî 402 jin. Anku bi tevahî di pênc salên borî de du hezar û 242 jin hatine kuştin.


Daneyên Tîrmehê yên KCDP’ê, di nav van 25 jinan de 6 jin ji ber daxwaza berdanê an jî redkirina zewacê, 1 jin bi behaneya ligel yekî din xapandinê hatine kuştin. 18 jin jî bi çi behaneyên hatine kuştin dîyar nîne.

KCDP sedema van kuştinan bi sîyaseta desthilatîyê û kêmasîyên zagonî ve girê dide.

Çalakiya Jinan
Çalakiya Jinan

“Em di sala 2010 ta vê gavê jinên ku hatine kuştin bi raya giştî re parvedikin. Heta niha jî wezaretan çen jin, jibo çi, çawa, ji alîyê kêva hatine kuştin dîyar nekirine. Heta ji wan tê ew ser van kuştina digrin û ti gavên dîtbar jî navêjin.”

Pispor radigîhînin ku dema desthilatîya Tirkîyê ji Peymana Stenbolê dest vekişand, piştî wî jî di kuştina jinan de zêdebûnek pêk hat.

Îlke Îşik, parêzer
Îlke Îşik, parêzer

Parêzer Îlke Işık ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku ji ber kêmasîyên hiqûqî, sîyasî, aborî û civakî jin têne kuştin. Îlke, van kuştinan metirsîyeke mezin nişan dide û gotinê xwe wiha tine ziman:

“Tundî û kuştina jinê li Tirkîyê tirsgirana herî mezin e. Eva bi salane ku xilas nabe û her sal jî zêde dibe. Sedema herî esasî polîtîkayên desthilatîyê ye. Di vî warî de desthilatî ti bergirîyên ji dil nagire. Piştî rakirina Peymana Stenbolê di kuştina jinan de jî zêdebûnek pêk hat.”

Peymana Stenbolê ku sala 2011an hate îmzekirin û sala 2014an karîger bû mafên bingehên yên jinan li gor pîvanên navnetewî diparêze. Ew peymana navnetewî ji alîyê Civata Ewrupayê ve piştgirîya xwe wergirt.

Lê desthilat van daneyên rêxistinan yên derheqê kuştina jinan rast nabîne. Li gor Wezarate Xizmeta Civakî û Malbatê di kuştina jinan de zêdebûn çê nebûye, lê tersî wê sal bi sal kêmbûn çê bûye.

Raporta Enqerê_10_08_2023_Kuştin_Jin_Raport.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
XS
SM
MD
LG