Pirsgirêka jinan li Tirkiyê her ku diçe kurtirîn dibe. Di nava gelek pirsgirêkan de yek jî qedexekirina stranbên jin e. Di nav mehek de konsertên gelek jinên stranbêj hatin qedexekirin.
Li Tirkiyê kesên ku li ser mafên mirovan lêkolîn dikin, ew amaje dikin ku Tirkiye êdî wek welatêki bi qedexekirinê derdikeve pêş. Ew dîyar dikin ku ev jî mafên mirovan û demokrasîya Tirkiyê birîndar dike.
Bes di nav meheke de, bi hin hincetan, konsertên hunermend Aynur Dogan, Hande Yener, Ece Şahîn û Melek Mossa hatin qedexekirin û Melîs Sezen li ber cil û bergê xwe êrîş lê hate kirin.
Sazîyên jinê van astengîyê konsertan wek tundîya ser jinan binav dikin û radigîhînin ku mafên jînan û bi awayekî din tê binpêkirin.
Konserta hunermend Aynûr Dogan ya Kocaelî û Bursayê hatibû îptalkirin. Ji alîyê Serokê Şaredarîya Derînceyê ya Kocaelîyê Zekî Aygun ve hatibû angaştkirin ku ji bo konsertê destûr nehatîye girtin. Lê ev yek ji alîyê kompanya organîzekirinê ve hate derewandin.
Konserteke din jî ya hunermend Ece Şeçkin bû. Duzcespor 22 sale hîç nebûye şampîyan û paşê jî ew derket liga 2’emîn Seçkin ji ber ku konsertek bida. Lê destur nehat dayîn ku ev konsert jî were çêkirin.
Serokê Şaredarîya Navça Kaynaşlıyê ya bi girêdayî Duzceyê Bîrol Şahîn li ber ku jinek konsert dide dij derketibû û gotibû ku, “Ji bo pîrozkirinê jinek anîn li Duzceyê û ev li Duzcesporê nagunce.”
Ece Seçkin jî bersîva wî dabû û gotibû, “Birêz Şahîn ez jin im! Min li 81 bajarê vî welatî konsêrt da ezê dîsa jî bidim.”
Hunermend Hande Yener jî li Batmanê rastî êrîşan hat. Batman Petrolspor ji bo ku ji lîga 3’emîn derket lîa 2’emîn ji bo pîroz kirinê hunermend Hande Yener li Batmanê konsertek da û 50 hezarî zêdetir kesî temaşe kir.
Li ser kostûmên Hande Yener, ji ber ku vekirîye, ji alîyên partîyên Îslamî Hudapar, Partîya Saadetê û Partîya Refah ya Nûda bertek hate nîşandayîn.
Lîstikvan Melîs Sezen ji li ber cilûbergên xwe rastî êrîşê parlementerê MHP’ê Ahmet Çakar hat.
Melîsa Sezen beşdarî 47’emîn Xelata Pepûle ya Zêrîn bûbû. Di vê merasîmê de ji ber ku cil û bergê dekolte li xwe kiribû di televîyoneke de rastî êrîşên Ahmet Çakar hat. Çakar di derheqê Sezer da, “Cil û bergek li xwe kirîye ew di qanûnê de jî suc e. Ji bo ku dekolteya wê bi tevahî vekirîye û ev cicik xwe dîyar dike.”
Yên ku konserta wê hate qedexekirin yek jî hunermend Melek Mosso bû. Masso wê qaso di Festîvala Gul ya Ispartayê ya Navnetewî de di 3 Hezîranê de stran bigota. Konserta Mosso jî rastî êrîşên partîyên sîyasî yê îslamî hat û konsêrta wê jî hate betalkirin.
Di bingeha van îptalkirinan de du hincetên hîmî hebûn ji van yekem pirsgirêka Kurd ya duyem de jî ji alîyê mêran ve dîzankirina cil û bergên jinan bû. Sazîyên jina ev hemû êrîşên ku li ser hunermendên jin hatin çêkirin wek vêneke zilaman nîşan dan û amaje kirin ku ewê lî hemberî zilma mêran bejna xwe netewînin.