Nûnerên jimareka partîyên sîyasî yên Kurdistanê pişikdarî konfiransê salane yê Înternasyonal Sosyalîst li Parîsê dikin jiwana Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî. Sebaret pişikdarîya partîyên Kurdî Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka digel Barêzer Kamîran Jikîkî li Parîsê hevpeyvîn kir. Wî got kombûna evsal ya Înternasyonal Sosyalîst dê pitir li ser pêşveçona demûkrasîyê li Ewrupa bit û her wesa rewşa sîyasî ya li Îraqê û Turkîya.
Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna digel Kamîran Jikîkî, fayîlê dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.