Piştî ku firoka şer ya Rûsya, di 24'ê meha Mijdarê de ji alîye firokên Tirkîyê ve hat gêr kirin, Rûsya têkîlîyên dîplomatîk, sîyasî û aborî bi Tirkîyê re qut kir.
Enqerê jibo başkirina têkîlîyan demeke berê ji Moskowê lêborîn xwestibû û prosesa normalkirinê destpê kiribû.
Piştî hewila derbeya leşkeri Erdogan cara yekê dertê sefera derve û ev sefer bi Rûsyayê re ye û serdana wî jibo başkirina têkîlîyên nav her du dewletan de gava herî girîng e.
Wekî ku tê zanîn Rûsya hemî danûstandinên bazirganî bi Tirkîyê re bi dawî anîbû û di warê aborî û hatina turistan de Tirkîye saleke gelek xirab derbas kiribû.
Gelo çi hêvî û bendewarîyên Tirkîyê ji serdana Rusyayê heye?
Lêkolîner û şîrovekar Mehmet Alkiş ji Zaningeha Marmara ji Dengê Amerîka re vê rewşê şîrove dike û dibêje, du alîyên vê meselê hene, yek sîyasî ye, yek jî aborî.
“Herwiha Rûsya di paşeroja Sûrîyê de xwedî gotinek e. Tirkîye jî mecbur ma ku vê rastîyê bibine û ew jî dixwaze di paşeroja Sûrî de bibe xwedî gotin,” Alkiş dibêje.
Hun dikarin dirêjîya raportê ji fayla deng guhdar bikin.