Reberên Krîstyanan li Îraqê biryar dane şahîyên Krîsmisê nekin bo diyar kirina hevsozîya xwe ji kes û karên qûrbanîyên civaka wan, yên hatîn kuştin di kiryarên teroristî de û her wusa ji tirsa karên teroristî yên pêtir li dijî wan. Di hevpeyvîneke de digel Dengê Amerîka, nivîskar û rojnamevan Mînas Yusif li Dihokê got, bi pişikdarîya xem û nexweşîyên kes û karên qûrbanîyên Mesîhî hêvîyek ji wan re peyda dibe.
Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka digel Mînas Yusif, fayîlê dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî li ser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.