Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu Serdana Serokê Giştî yê Partîya DEVA Alî Babacan kir.
Kiliçdaroglu, piştî hevdîtinê di preskonferansê de got ku ger rêya demokrasîya vî welatî jî Dîyarbekirê re derbaz dibe.
Ev hevdîtinên Babacan û Kiliçdaroglu nêzikî saet û nîvek berdewam kir, dû re her du serok derketin pêşberî çapemenîyê û bersîva pirsên rojnamevanan dan.
Babacan rewşa aborîya Tirkiyê nîrxand û bergirîyên hikûmetê yên ser rastkirina aborîyê hwek gavên neserfiraz bi nav kirin.
Babacan li ser dersên zimanê bijartî yên li dibistanên Tirkîyê jî sekinû û got ku li Tirkîyê zimanê duyê yê herî zêde tê peyîvîn Kurdî ye.
“Mafê kesekî tuneye ku em van mafên xwezayî asteng bikin. Jibo serkeftina zimanê Kurdî, divê tiştên pêdivî pêk werin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglu jî li ser zimanê bijartî sekinî û ragihand ku heke astengîyek li ser zimanê bijartî yê Kurdî heye divê ew werin rakirin.
Li ber e Kiliçdaroglu di 27ê Rêbendanê de here Amedê û li vê derê hin cîvînan çêke.
Wek bersîva pirsa Dengê Amerîka ya ser naveroka vê serdanê, Kiliçdaroglu got ku rêya demokrasîya Tirkîyê jî Dîyarbekirê re derbaz dibe.
“Ger demokrasî were vî welatî tik es wê jiber nasnameya xwe û jiber bawerîya xwe neyê marjînelîze kirin. Rêya vê jî ji Dîyarbekirê re derbaz dibe. Ezê ji gelê Dîyarbekirê re vê yekî bêjim. Ezê ramanên xwe pêşkêş bikim, ji dil bersîva pirsên wan bidim.”
Serdanên partîyên opozîsyonê di vê mehê de jî berdewam kir. Piştî Kemal, Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu jî îro serdana Serokê Giştî yê Partîya DEVA Alî Babacan kir.