Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş dawiya heftê li Amedê beşdarî civina rêxistinên sivîl yên bajêr bû. Birêz Demirtaş li wir got "ger îradeyek bibînin jibo destpêkirina muzakereyan bo çareseryê, ewê bê şert û qeyd piştgirî bidin".
Herweha got "Em nabêjin ku، di hilbijartinê de wê dengê me zêde bibe an bikeve, lê em dibêjin em amade ne jibo jinûve destpêkirina muzakereyan.
Şer û pevçûn jibo çareseriyê pêşketinê nayine. Çek û şer jî, çareseriyê bihêztir nake. Ger baweriya me bi siyaseta demokratik tunebe em çima dikevin hilbijartinê."
Hevserokê HDPê destnîşan kir ji sedî 75ê civakê çarseriyê dixwazin. Jiber ku yên di şer de tên kuştin zarokê gel in. "Gel ji me li hêviya aşitiyê ye divê em vê hêviya wan vala dernexin".
Wî daxuyakirin jibo muzakareyan çavdêrên bê alî divê. Herwiha divê parlamento rolek mezin bigre.
Demirtaş Lêdana Xendekan li Taxan Rexne Dike
Birêz Demirtaş derbarê xweserî û xendekan de jî axivî û rexneyan kir. “Xweserî ne ew tişte ku gelê me, rûniştvanên taxê bixe zor û tengasiyê. Kiryarên bi vî rengî projeya xweseriyê dike xeterê. Herkes divê parastina xwe bike. Ev mafek bi rûmete. Em ji kesî re nabêjin teslîm bibin, hurmeta me ji mafê berxwedanê re û ji berxwêderan re zêde ye. Lê tenê kiryarên rast û siyaseta rast dikare me bigîjîne serkeftinê."
Mamostê Zanîngeha Dicleyê beşa Hiqiqê Doktor Vahap Coşkun gotara Demirtaş şîrove kir. Wî got daxuyaniyek pir girînge lê xwezî mehek berê ev daxuyanî hatiba day
Di raporta deng de hûn dikarin agahiyên zêdetir gohdar bikin.