Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Yekê ya Rojnamevanên Kurd li Enqerê Çêbû


Dadgehkirina 12 rojnamevanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS’ê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Enqerê cara yekê hatin lidarxistin. Di danaşîna yekê de 9 rojnamevan hatin berdan.

Piştî berdana rojnamevanan, parêzeran ragihand ku ev doz di serî de bi awayekî bê hiqûqî pêk hatibû û pêwîst e ku doza muwekîlên wan bi tevahî were dawî kirin.

Jiber sedemên terorê ji alîyê Serdozgerê Komarîya Enqerê ve di 25’ê Cotmehê 2022’yan de operasyonek hatibû kirin.

Di wê operasyonê de sernivîskarê Ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever, nûçegihanên ajansê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, Zemo Akgoz û Mehmet Gunhan; nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger hatibûn binçav kirin.

Di 29’ê Cotmehê de ku Zemo Axgoz û Mehmet Gunhan jibo ku bê girtin werin darizandin, hatibûn berdan û tevahîya rojnamevanên din jî hatibûn girtin.

Rojnamevan Hamdullah Bayram jî di 20’ê Adarê 2023’yan de hatibû binçav kirin û girtin.

Ji van 10 girtî û 2 yên ne girtî bi tevahî darizandina 12 rojnamevanan do Sêşemê li Enqerê destpê kir.

Serdozgerê Komarîya Enqerê ew rojnamevan bi “endamtîya rêxistina terorê” sûcdar dike. Sedema darizandinê jî 129 nûçe wek sûç tên nîşandan, ku di nav wan de barîna berf û baranê jî heye.

Nûnerên gelek rêxistin û sazîyên medyayê, wek Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê (DFG), Enstîtûya Çapemenîya Navnetewî (IPI) û gelek sazîyên din beşdarî vê darizandinê bûn.

Di darizandinê de rojnamevan Oznur Deger û Emrullah Acar parastina xwe bi Kurdî kirin.

Rojnamevan Zemo Akgoz hem berdana hevalên xwe û hem jî li ser darizandina xwe ji Dengê Amerîka re got ku operasyona dijî wan jiber amadekarîyên hilbijartinê bû.

"Lê di nav çend mehan de 32 hevalên me dîsa hatin girtin. Di vê danaşîna yekê de 9 hevalên me hatin berdan. Mi di vê danasînê de tiştê ku dît ev bû; armanca wan ji darizandina me bêtir bi tevahî çalakîyên rojnamevanîyê bûn. Di nav dosyayên me de delîlekî ku bi dest bigirin tune bû. Em tenê li ser nûçeyên xwe têne darizandin.”

Kesên ku hatin berdan ev in: Dîren Yurtsever, Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, Habîbe Eren û Oznur Deger in.

Dadgehê biryara berdana 9 rojnamevana da û danasîna duyê jî avêt 5’ê Tîrmehê.

Hêjayî bîrxistinê ku di Lîsteya Azadîya Rojnamevanîyê ya RFS’ê de ya sala 2023’an Tirkîyê di rêza 165Ankara Courthouse an de ye ji eslê 180 welatan.

Rêxistinên azadîya rojnamevanîyê dibêjin ku Tirkîyê yek ji welatên herî zêde yên cîhanê ye ku rojnamevanan zindan dike.

ED_17_05_2023_Berdana_Rojnamevanan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00
XS
SM
MD
LG