Di encama peqîna bombeyeke hêzdar de, bi kêmî ve 20 kes roja Sêşemê li rojavaya bakura Pakîstanê hatine kuştin û pirtir ji 50 kesên din jî birîndar bûn.
Heta niha ti kes berpirsîya êrîşa bajarê Kohat ya eyaleta Khyber Pakhtunhwa bi stûya xwe ve negirtîye.
Rêvebirê polîsê xwecihî Fayyaz Tooru got, malbatên polîsan rojîya xwe vedikirin, dema mîlîtanên gumanbar qamyoneke bi 300 kîlo maddeyên peqînkar ve peqandin.
Wî got, peqîn gelek xanî hilweşandin û zîyana xirab gîhande gelekên din jî. Tooru her wiha da zanîn, di nav qûrbanîyan de gelek jin û zarok jî cîh digirin. Tê ragihandin, di êrîşê de bi kêmî ve 3 polîs jî hatine kuştin.