Îro êkşem xwenîşandan li bajarê Sulêmanîyê û çend deverên dor û ber hatin kirin. Peyamnêrê Dengê Amerîka dibêjit, di tûnd û tîjîyên bajarê Sulêmanîyê de 48 kes birîndar bûne û li Ranîya 9 kes. Di peywendîyeka rastewxoda demjimêr 8:20 êvara Êkşem bi demê Kurdistana Îraqê, Letîf Nêrweyê got, pişkek ji hêzên zêrevanî yên PDK li dora bajarê bajarê Sulêmanîyê vegeryaneve Hewlêrê û herwesa karbidestan jimareka girtîyan azad kirine.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna digel Letîf Nêrweyî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.